Metirsiya windabûna zimanê Kurdî

Rewşenbîr Subhan Feyrûz û nivîskar Celîl Ebas ên ji Başûrê Kurdistanê li ser metirsiya windabûna zimanê Kurdî axivîn û gotin:
“Ji ber polîtikayên dagirkeran metirsiya windabûnê li ser zimanê Kurdî heye.
Divê gelê Kurd zimanê xwe ji dagirkeran biparêzin û xwedî li zimanê derkevin.
Ji ber ku eger zimanê me nîn be, em jî nîn in.”

Yek ji sedemên sereke yên ku gelê Kurd heta roja me ya îro hebûna xwe ya netewî parastiye, zimanê Kurdî ye.

Tevî ku zimanê Kurdî bi çewisandin û îmhakirinê re rû bi rû mayî jî, lê tu kes nikarîbû vî zimanê ji holê rake.

Lê niha ji ber polîtikayên dagirkeran metirsiya tunebûnê li ser zimanê Kurdî heye.

Têkildarî mijarê rewşenbîr û çalakvanê Hewramî, Subhan Feyrûz li ser girîngiya zimanê Kurd axivî.

Rewşenbîr Subhan Feyrûz: Divê em bibin parêzvanê zimanê xwe

Subhan Feyrûz diyar kir ku her kes bi zimanê xwe yê dayikê tê naskirin û got:

“Ji ber vê yekê divê em bibin parêzvanê zimanê xwe.

Parçebûn û dûrketina ji yekrêziya netewî ya gelê Kurd serdema sereke ya lawazbûna ziman e.

Pêwîste weke rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî em xwedî yekrêziyê bin da ku em zimanê xwe biparêzin.

Mixabin gelê me dûrî çand û folklora xwe ya resen dikeve.”

Nivîskar Celîl Ebas: Eger zimanê me nîn be em jî nîn in

Her wiha nivîskar Celîl Ebas jî li ser metirsiya windabûna zimanê Kurdî axivî û got:

“Ji ber polîtikayên dagirkeran metirsiya windabûnê li ser zimanê Kurdî bi hemû zaravayên wê heye.

Mixabin gelê Kurd jî dibe alîkar ku zimanê wî bê bişaftin û helandin.

Ji ber ku di demê dawî de em dibînin gelek kes li şûna ku xwedî li zimanê xwe derkevin, xwe dispêrin zimanên din, mîna zimanê erebî, tirkî, îngilîzî û her wekî din.

Divê gelê Kurd zimanê xwe ji dagirkeran biparêzin û xwedî li zimanê derkevin.

Ji ber ku eger zimanê me nîn be, em jî nîn in.”

Back to top button