Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi êrîşan dixwaze koçberî û gurhertina demografîk li herêmê zêde bike.
Serokê Meclisê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê Samir El Şemerî axivî û ev tişt anî ziman:
“Ji bo koçberkirina gelê herêmê dagirkeriya Tirk êrîşên xwe didomîne.
Him bi qutkirina ava çemê Firatê û him jî bi dorpêça li ser herêmê ji bo îradeya gelê herêmê têk bibe.
Nêzîk bûna di navber dagirkeriya Tirk de û rêjîma Sûrî armanc wê jiholêrakirina projeya Rêveberiya Xweser e.”
Serokê Nivîsgeha Meclisa Sûriya Pêşerojê a gundewarê rojavayê Dêrazorê Ela El Seîd jî axivî û got:
“Armanca dagirkeriya Tirk ji hemû êrîşên li ser herêmê , derxistina fitneyê di navbera gelê herêmê de ye.
Dagirkeriya Tirk hemû hewlildanên wî ji bo gelê Sûrî û axa wê perçe bike.”
Samir El Seîd di dawiyê de tekez kir ku ewê van rêbazên xapînok ên rejîma Tirk û rejîma Sûriyê vala derxînin.