Li DYA dema hilbijartinan nêz dibe

Li DYA di nava salê de wê hibijartinên serokatiyê pêk werin.
Ji ber nakokiya navbera Komarparêzan heta niha namzetê wan yê serokatiyê nehatiye diyarkirin.
Donald Trump ji bo bibe namzedê Serokomariyê yê Partiya Komarî ya Amerîkayê gaveke pir girîng avêt.
Trump di hilbijartinên despêkê yên li New Hampshire de bi ser ket, niha pir nêzîk e ku bibe berendam.

Donald Trump di pêşbirka ku di hilbijartinên meha Mijdarê de bibe namzedê Serokatiyê yê Partiya Komarî ya Amerîkayê serkeftineke li gorî wî mezin bidest xist.

Piştî Iowa, di hilbijartinên seretayî yên New Hampshire de bi ser ket.

Trump Niha pir nêzî hevrikiya bi biden re bûye

Li eyaleta ku piraniya dengan lê hatin jimartin, Trump karî ji hevrika xwe ya tekane, Nûnera Daîmî ya berê ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, derbas bibe.

Nikki Haley a ku di hilbijartinên seretayî yên New Hampshire de li hember Trump têk çû, xîtabî alîgirên xwe kir û got;

Pêşbirk hîn bi dawî nebûye.

Haley îdia kir ku Demokrat jî dixwazin Trump wekî dijberê xwe bibînin û ev tişt anî ziman:

“Joe Biden dizane yekane berbijêrê Komarî yê dikarin têk bibin Trump e.”

Trumpê 77 salî ku bi qasî 11 pûanan ji Haley zêdetir deng wergirtibû, di hilbijartinên Mijdarê de ji bo bibe hevrikê Serokê Amerîkayê Joe Biden gaveke din a girîng avêt.

Heta niha di dîroka welat de, berendamên ku her du eyaletên yekem bi ser ketin, tu carî pêşbirk winda nekirine.

Biden: Diyare wê Trump bibe rikberê min

Namzetê Demokratan û serokê niha yê DYA Joe Biden jî got, xuya dike wê Trump bibe rikberê min.

Wê 5’ê Mijdara 2024’an li DYA hilbijartin pêk were.

Hilbijartina Amerikayê ya 2024’an

Back to top button