Kurdistanî û Dostên xwe jî li gelek bajarên Ewropayê, li dijî derbeya AKP-MHP’ê a li dijî vîna gel daketin qadan.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê bi çalakiyeke nerazîbûnên xwe nîşanî darbeyê da.
Meclîsa Jinan a Ronahî jî li bajarê Hannover a Almanyayê orerasyoanên qirkirina siyasî bi çalakiyekê şermezar kir.
Li Nûrnbergê jî ni sedan kesî hatin ba hev û bi zimanê Almanî, Kurd û Îngîlîzî pankart hildan.
Di mîtîngê de li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Her wiha li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Rîse4Rojava û Tevgera Ciwanên Şoreşger RJ çalakî pêk anîn.