Tirkiyê endamtiya Siwêdê ya NATO’yê erê kir

Dewleta Tirk ku demeke dirêj di berdêla bazartiyên li ser gelê Kurd, endamtiya Siwêdê ya NATO’yê asteng dikir, duh li parlementoya Tirkiyê hate qebûl kirin.
Sektreterê Giştî yê NATO’yê û welatên Ewropa ji ber vê yekê kêfxweşiya xwe anîn ziman û xwestin Macaristan jî heman gavê bavêje.

Bi destpêkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê re li dijî xeteriya dagirkirina welatên wan ji aliyê Rûsyayê ve Finlanda û Siwêdê daxwaza endamtiya NATO’yê kiribûn.

Lê Tirkiyê demeke dirêj bi hêcetên cuda endamtiya van her du welatan da rawestandin û di Nîsana 2023’an de endamtiya Finlanda erê kir.

Dewleta Tirk ku demeke dirêj ji bo tawîz girtinê endamtiya Siwêdê ya NATO’yê asteng dikir, di dawiyê de erê kir.

Dewleta Tirk ji bo ku Siwêdê bike hevkarê xwe yê dijminatiya li dijî gelê Kurd û hin mijarên din, endamtiya wê ya NATO’yê 20 mehan dereng xist.

Duh di dengdana li Meclista Tirkiyê de bi erê kirina partiyên AKP, CHP, MHP Û DEVA protokola endamtiya Siwêdê hate qebûlkirin.

Piştî erêkirina Tirkiyê Siwêdê daxuyanî da.

Serokwezîrê welat Ulf Kristersson got, “Ji bo bi temamî bibin endamê NATO’yê em gaveke din jî nêzîk bûn.”

Stoltenberg: em li bendê ne ku Macaristan jî heman gavê bavêje

Li aliyê din erêkirina endamtiya NATO’yê ji aliyê Tirkiyê ve welatên Ewropa kêfxweş kir.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ji ber qebûlkirina endamtiya Siwêdê kêxweşiya xwe anî ziman.

Stoltenberg derbarê mijarê de daxuyanî da û got,

“Em li bendê Macaristan jî heman gavê bavêje. Endamtiya Siwêdê wê NATO’yê bêtir xurt bike.”

Berdevkê hikumeta Alman Steffen Hebestreit jî derbarê mijarê de got,

“Ev gaveke girîng û rast e. Mîna Finlanda wê endamtiya Siwêdê jî NATO’yê xurttir bike.”

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Qesra Spî a Amerîkayê Jake Sullivan jî derbarê mijarê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got,

“Ev gav ji bo serokê Amerîka Joe Biden girîng e.”

Back to top button