Li Tepqayê mayîneke DAIŞ’ê teqiya , zarokek mir û yek jî birîndar bû

Duh êvarî mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li Tebqayê teqiya ..

Di encama teqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û xwişka wî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ajansa Hewarê ..

Di encama teqîna bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê de zarokê bi navê Leys El-Mudhî (13) jiyana xwe ji dest da.

El-Mudhî ji eşîra El-Helîsat e ku li gundê Siwêdiyê yê biçûk ê li bakurê Tebqayê bi cih bûne.

Hat zanîn ku Leys El-Mudhî mayînek di nava darên hawîrdorê yên li nêzî gundê xwe de dît ..

Bi xwe re anî malê û dema bi mayînê lîst, pê de teqiya û yekser jiyana xwe ji dest da.

Her wiha xwişka wî ya 10 salî jî bi giranî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

Back to top button