Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 60 darên zeytûnê birîn

Hovîtiya dewleta tirk li Efrînê qet bi dawî nabe ..

Tenê rojek ji selvegera dagirkerina Efrînê re maye ..

pêre dewleta tirk asta hovîtiya xwe zêde dike..

Herî dawî Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî 60 darên zeytûnê birîn.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 60 darên zeytûnê birîn..

Hat diyar kir ku ew dar ên Mihemed Mûsa yê ji gundê Çeqmaqa ya navçeya Raco ne.

Çavkanî da zanîn ku erdê zeytûnan li çaterêya gundê Cûqê li ser rêya di nabera bajarê Efrînê û navçeya Raco de ye.

Qirkirin û talankirina xwezaya Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve didome.

Back to top button