Grevê birçîbûnê li girtîgehê Kurdistan û Tirkiyeyê di roja 59’de ye

Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêber Apo, ketin greva birçîbûnê.
Çalakî di roja 59’emîn de bi dewrgirtina komên nû, berdewam dike.
Saadeta Akin ku ketiye greva birçîbûnê, der barê çalakiya xwe name şand.
Saadeta Akin di nameya xwe de got: “Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên siyasî di 27’ê mijdara 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ketin greva birçîbûnê.

Çalakî di roja 59′ de bi dewrgirtina komên nû, berdewam dike.

Saadeta Akin a ketiye greva birçîbûnê, der barê çalakiya xwe de name şand.

Hemû girtiyên heqîqetê li zindanan têkoşîna îrade û rûmetê didin meşandin”

Dilgirtiya azadiyê Saadeta Akin di despêka nameya xwe de wiha got:

“Di serî de birêz Ocalan, hemû girtiyên heq û heqîqetê li zindanan têkoşîna îrade û rûmetê didin meşandin.

Mafên herî bingehîn ên ‘mafê jiyanê’, ‘mafê hêviyê’ di van mekanan de bi awayeke keyfî û bi hiqûqa dijminane, hatine binpêkirin.”

” Saadeta Akin: azadiya Abdullah Ocalan, Kurdbûna azad e

Saadeta Akin, da zanîn ku azadiya Rêber Apo rasterast dê çaraseriya pirsgirêka kurd bi xwe re bîne û wiha dirêjî da nirxandina xwe:

“Çawa ku goşt û hestî ji hev venaqetin, rizgariya gele kurd û azadiya birêz Ocalan jî ji hev nayên veqetandin.

Ocalan, rastiya heqîqeta kurdbûna ku li xwe hesiya ye.

Ji ber vê yekê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, kurdbûna azad e, civaka azad e.”

“Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe “

Di dawiya nirxandinê xwe de Saadeta Akin bi bîr xist ku divê xwedî li grevên birçîbûnê were derketin û wiha got:

“Daxwaza me ji gelê me, ji hemû gelen ku di têkoşîna demokrasi, azadî û mirovahiyê de cih girtine û ji kesan ev e; em li dora birêz Ocalan bibin xelek.

Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe.

Ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye.

Ji ber ku Abdullah Ocalan navê mirobûn, azadbûn û avakirina jiyana hevpar a mirov û xwezayê ye.

Ji ber vê sedemê, divê em li her qadê, bi hêza xwe ya heyî, di nava ked û hewldana hevdîtina Abdullah Ocalan de bin.
Di vê hêlê de ez, her kesê ku di vê oxirê de ked dide û xwedî hewldan e silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Eddaletê

Back to top button