Siyasetmedarên Misirî: Divê Ereb li dijî êrîşên Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bidin

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yên Misirî bêdengiya Komkara Dewletên Ereban û hêzên navneteweyî li hember êrişan şermezar kirin û bang li Ereban kirin ku helwesteke xurt li dijî van êrişan nîşan bidin.

Nivîskarê Misirî Ebdunebî Ebdusetar diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakurê Sûriyê bê bihane û bê sedem in û got:

“Ev êrîş hemû pîvan û qanûnan bin pê dikin.

Ev çi hovîtîya hêzên Tirkiyê ye ku hemû bîrên avê û stasyon ji xizmetê derxistin.

Bêdengiya navneteweyî nîşan dide ku ji zû de kêmasî di pîvanên navneteweyî de hene.”

Ebdusetar wiha pirsî: “Ma gelo Sûriye ne endama Komkara Dewletên Erebî ye û qurbaniyên êrişên Tirkiyê ma ne xwîna ereb û kurdên ku li hember dagirkeriya Tirk bûne yek in?”

Ebdusetar bêdengiya Erebî bi şermeke mezin wesif kir.

Şîrovekarê siyasî yê Misirî Îbrahîm Şaban jî der barê heman mijarê de wiha got:

“Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi taybet û li dijî tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Pêwîst e helwesteke Erebî ya xurt li hember van êrişan bê nîşandan.”

Back to top button