Pûtîn û Biden wê ji bo cara dûyemîn hevdîtinê pêk bînin

Diyare ku tevî hemû hewldan û hişyariyan jî aloziya Ûkrayna çareser nebûye. Ji ber vê yekê ye ku wê serokên Rûsya û Amerîkayê bi mijara Ûkrayna ji bo cara dûyemîn hevdîtinê pêk bînin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wê îro bi telefonê li ser mijara Ûkrayna biaxivin.

Serokê DYA di civîna ku wê saet 19:30’an pêk were de, wê daxwaz bike ku krîz bi rêyên dîplomatîk bê çareserkirin.

Rayedarên Koşka Spî jî pêwendî piştrast kirin û gotin, wê hevdîtinên ewlekariyê yên di navbera herdû welatan û rewşa li Ewrûpayê werin gotûbêjkirin.

Li ser mijarê rayedarekî Amerîkayê ev agahî dan Ajansa Frans Press:

Biden wê ji bo çareserkirina aloziya Ûkrayna, “rêya dîplomatîk” pêşniyarî Pûtîn bike.

Di heman demê de wê ji ber zêbûna leşkerên Rûs ên li ser sînorê Ûkrayna jî Biden fikarên xwe bîne ziman.

Rayedarekî ji Koşka Spî diyar kir ku DYA ji kombûna Rûsyayê ya li ser sînorê Kîevê gelekî nerehete û got;

Wê di vê hevdîtinê de peyama ku Waşîngton wê bersiva pêwîst bide êrîşa Moskovayê ya li ser Kîevê, bi biryar ji aliyê din re were ragihandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price duh ragihandibû ku yekem hevdîtinên dîplomatîk ên ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve derbarê Ûkraynayê de hatiye plankirin, 10’ê Çile pêk were kirin.

Li gorî şîroveyan,

Eger Rûsya dest ji plana xwe a “dagirkirina Ûkrayna” bernede, wê Biden peyama bersivdayîna tûnd bide Pûtîn.

Destpêka vê mehê bi rêyua video-konferansê herdû lîder dîsa mijara Ûkrayna nîqaş kiribûn.

Lê piştî wê zêdekirina hebûna leşkerî ya Rûsyayê li ser sînor dewam kir.

Li gorî îdîaya rayedarên Ûkrayna, Rûsya plan dike ku Çileyê 2022’an dest bi êrişê bike.

Back to top button