
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa der barê xebatên desteyê yên sala 2021’ê nirxandin kir. Ciwan Mistefa diyar kir wan tevî derfetên kêm karîbû li hember Corona bisekinin û belavbûna wê sînordar bikin.
Derbarê xebatên Rêveberiya Xweser di warê tenduristiyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Mîna her devera cîhanê, bandora vîrûsa Corona îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar bû.
Ciwan Mistefa destpêkê behsa belavbûna vîrûsê li herêmê kir û da zanîn ”Tevî derfetên kêm, wan karîbû li hember belavbûna vîrûsê bisekinin.”
Ciwan Mistefa: Sala 2021’ê me li gelek deveran nexweşxane ava kirin
Dr. Ciwan anî ziman wan hewl da rewşa tenduristiyê li herêmê pêş bixin û di vî alî de li herêmê gelek nexweşxane hatin avakirin.
Li ser proje û planên sala 2022’an Dr. Ciwan Mistefa ev nirxandin kir.