
Corona û girtina deriyan îsal bandor li rewşa aborî û çandiniyê ya herêmê kir. Selman Barûdo; Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêvebriya Xweser vê yekê piştrastt dike. Barûdo eşkere kir wan îsal gelek destkeftî bi dest xistin û behsa projeyên desteyê yên sala bê jî kir.
Têkildarî qada aborî ya sala 2021’ê, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo, ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.
Barûdo destpêka nirxxandina xwe behsa vîrusa Korona, girtina deriyan û qanûna Qeyser kir û ev got:
“Qanûna Qeyser û girtina deriyê Til Koçer bûn sedem ku gelek kargeh li herêmê nexebitin.”
Têkildarî destkeftiyên ku îsal hatin bidestxistin jî Barûdo got:
Destpêka salê kargeha zeytê hat vekirin.
Ev kargeh li gorî 3 danan dikare ji 270 heta 300 hezar ton berhem derxîne.
Kargeha mast û penêr li Dêrikê hat vekirin.
Ev jî dikare 5 ton berhem derxîne.
Li Hesekê cihê pembo hat sererastkirin.
Li Reqa û Dêra Zorê aş hatin avakirin.
Li Kobanê û Hesekê jî du depoyên tovan hatin sererastkirin.
Selman Barûdo: Ji bo sala 2022 gelek projeyên me hene
Li ser proje û planên wan ên sala bê jî Selman Barûdo teqez kir gelek projeyên wan hene, jê jî:
Avakirina taqîgeheke navendî; ji bo kontrolkirina dermanên çandinî, beyterî û madeyên xwarinê.
Vekirina kargeha kaxezan ku di nava çend mehan de wê bi dawî bibe.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo girêdayî kargeha mast û penêr jî teqez kir ku Desteya Aborî wê cihê xwedîkirina çêlekan jî ava bike.