”Li dijî metirsiyên li ser jinan pêwîstî bi stratejiyeke navneteweyî heye”

Xebatên Konferansa 3’emîn ya Jinan a Cîhanê li Tûnisê berdewam e. Jinên ku beşdarî konferansê bûn, destnîşan kirin ku pirsgirêkên jinan ên li hemû deverên cîhanê yek in û bal kişandin li ser pêdiviya hevgirtinê a ji bo dîtina çareseriyên hevpar.

Konfransa 3’emîn ya Jinan a Cîhanê bi çalakiyên cur be cur dewam dike.

Ji 5 parzemînan Koordînator beşdarî Konferansê bûn.

Koordînatoran tekez kirin ku pirsgirêkên jinan yek in.

Koordînatora Afrîqayê Marî Pola diyar kir ku di rûniştina destpêkê de encamên atolyeyên ku du rojan hatin lidarxistin û tê de pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin, hatin nirxandin û got: Koordînatoran bi yekdengî destnîşan kirin ku piraniya pirsgirêkên jinan ên li çar aliyên cîhanê dişibin hev û divê çareserî hevpar bin.

Jinên Afrîkî hîna jî ji girêdayiya baviksalarî, malbatî û civakî êşê dikişînin.

Divê hevgirtina femînîst a navneteweyî were berfireh kirin da ku dozên me bi ser bikevin.

Koordînatora Asyayê Mîno Dê Sîlva jî da zanîn ku ew beşdarî Konferansê bûye û nûnertiya welatên Srî Lanka, Bengladeş û Nepalê kiriye û wiha bi lêv kir:

Jinên li Srî Lankayê ji qeyranek xwarinê ya tûj êşê dikişînin ji ber ku ava vexwarinê ya ewle, derman û gaza wan tune ye.

Em wek femînîst zextê li parlamento û hikûmetan dikin ku krîza kêmbûna xwarinê û pêdiviyên bingehîn derbas bikin.

Jolî Talokedar a ji Asyayê ye jî wiha anî ziman: Armanca me ji Konferansê ew e ku hevgirtina femînîst a cîhanî li dijî cudakariya li dijî jinan û tundiya zayendî xurt bibe û civakek azad bê avakirin.

Divê li ser asta cîhanê tevgereke femînîst a xurt bê avakirin.

Koordînatora Ewropayê Xedîce Heyatî jî tekez kir ku jinên li Ewropayê tevî ku bi saetên dirêj dixebitin jî lê mûçeyên kêm distînin û ji ber vê yekê êşê dikşînin û got: Pirsgirêkên karkerên jin li hemû welatên cîhanê dişibin hev.

Back to top button