Partiyên Siyasî salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê bi bîr anîn

Partiyên siyasî yên Kobanê salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên Daiş’ê bi bîr anîn û ev tişt anîn ziman:
“Li Kobanê planên Tirkiyê li herêmê têk çûn.
Rizgarkirina Kobanê weke destpêka rizgarkirina herêmê ji Daiş’ê bû.”

Bi hatina salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên Daiş’ê partiyên Siyasî yên Kobanê daxuyaniyek da.

Partiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

“Gelê Sûriyê di çarçoveya Pêngava Şoreşa Bihara Gelan de li hemberî rejîmên desthilatdar tevgereke aştiyane û demokratîk pêk anîn.

Lê bi destwerdana welatên derve, şoreş ji armancên xwe dûr ket û serkirdeyên opozîsyonê bûn beşek ji berjewendiyên welatên derve yên destêwerdanê di kirîza Sûriyê de dikin.

Ev şoreş bi şoreşa 19’ê Tîrmehê û hilbijartina xeta sêyem a ku meylên rejîmê red dikir berdewam kir.

Ji ber vê yekê bû armanca hemû hêzên radîkal ên girêdayî ajandayên derve mîna çeteyên DAIŞ û El-Nesra.”

“Bi saya YPG, YPC, hêzên Asayîşê Kobanê hat rizgarkirin”

Partiyan bal kişand li ser êrîşkirina DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û gotin:

“Di 15’ê îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya tirkiyê êrişî Kobanê kir.

Qehremanên YPG, YPC, Hêzên Asayîşê û welatparêzên sivîl li hemberî çeteyan şer kirin û Kobanê rizgar kirin.

Em wek partiyên siyasî yên kantona Kobanê wê serkeftinê bi serbilindî bi bîr tînin.”

“Tirikiyê bi êrîşên xwe dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne”

Patiyan di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kirin ku Tirkiyê piştî ku piştrast bû ku çeteyên wê nikarî armancê wê pêk bînin, wê bi xwe êrîş herêm kir û gotin:

“Dewleta tirk niha bi êrîşên xwe yên li dijî herêmê dixwaza tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne.

Em weke partiyên siyasî yên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, serkeftinên li Kobanê bi giştî li gelê xwe yê Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd pîroz dikin.

Her wiha em teqez dikin ku heta Sûriye bigihêje demokrasiyeke nenavendî û piralî, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê

Back to top button