Li kampa Holê qonaxa 3’emîn a operasyona “Mirovî û Ewlehî” hat ragihandin

Hêzên Ewlekarî û Leşkerî ya bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê liv û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê ên li kampa holê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daxuyaniyê hêzên ewlehî û leşkerî dest bi qonaxa sêyemîn a operasyona “Mirovî û Ewlehî” li kampa Holê kir.

Bi êrişên dagirkeriya tirk li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê re, şaneyên razayî yên DAIŞ’ê çalak dibin û bi taybet li kampa Holê liv û tevgerên terorîstî zêde dibin.

Hêzên Ewlekarî û Leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê rewşa dawî ya kampa Holê de daxuyaniyek da ku ew jî wiha ye:

Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAIŞ’ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêde kirin.

Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê, pêk hat.

Çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn.

Her wiha zext li ser nişteciyên kampê kirin û planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin.

Gelek mikurhatinên şaneyên DAIŞ’ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dikin ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe, plan kirine ku ji derve bi rêka pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin.

Ji xwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ’ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bi kar tîne.

Hêzên Ewlekarî û Leşkerî yên bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de bi rengekî fermî qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê wê ev operasyon endamên şaneyên DAIŞ’ê û zuhakirina dorhêlên wan, girtina kesên xirabkar û kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigire.

Back to top button