Li Minbic, Hesekê û Efrînê merasîmên şehîdan hebûn. Bi sedan kesan li van hersê herêman, cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê, oxir kirin
Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir ku li Minbicê şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê têkildarî mijarê daxuyanî da û têde sersaxî ji gel û malbata şehîd re xwest û got: Hevalê me Hecî Hemûd di encama kirîza dil de duh li Minbicê şehîd bû.
Bi rêzdarî û hurmet em bejna xwe li ber fedkariyên şehîdên xwe ditewînin ku rêya azadiyê ji me re nîşan da û ewlehî ji gelê me re pêk anî.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav: Elî
Navê bav: Hesen
Navê dayîkê: Temam
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 27-4-2017`an.
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 17-12-2022`yan.
Cenazeyê şehîd hecî Hemûd li Minbicê hat oxirkirin
Bi sedan şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, saziyên rêveberiyê, Hêzên Asayîşê û saziyên jinan tevlî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Elî Hemûd bûn.
Li goristanê endamê Hêzên Asayîşê Mihemed Hemade Ezîz axivî û got: “Şehîdan ji bo jiyaneke birûmet û azad canê xwe feda kir.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Fatme El Betran jî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.
Hevseroka Meclisa Rêveber Nazîfe Xelo jî axivî û got: “Heta avakirina civakeke azad, demokrat tê de wekhevî û edalet heye, em dê rêya şehîdên xwe bişopînin.”
Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê wî hat kirin.