Banga jinan li hember êrişên PDK: Bêdeng nemînin

Jinên Tirbespiyê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku li hember siyasetên PDK`ê û ajantiya wê serî hildin û gotin:
“Dijminê me kurdan yek e divê em li dijî wî şer bikin.
Ev 45 salin gerîla têkoşînê dike li têkoşîna wê xwedî derkevin.”

Li hember kemîna ku hêzên Zêrevanî yên PDK’ê li pêşiya komeke gerîla li herêma Amêdiyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê danîbû ku di encamê de 2 gerîla birîndar bûbûn, bertekên şêniyên herêmê zêde dibin.

Têkildarî mijarê jinên li navçeya Tirbespiyê bang li Pêşmergeyên Dêrîn û gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li hember ajantiya PDK`ê bisekinin.

Etiye hesen: dijminê me kurdan yek e divê em li dijî wî şer bikin

Welatiya bi navê Etiye Hesen anî ziman ku dijminê Kurdan yeke ew jî dewleta Tirk a dagirker e û divê bi hev re li dijî wî şer bikin.

Xerme Elî: Xwedî têkoşîna azadiya gelê Kurd derketin erkame ye

Welatiya bi navê Xerme Elî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir li hember siyasetên PDK`ê bi sekinin.

Her wiha bang li PDK`ê kir van siyasetan rawestîne, ji ber ku “xiyanetê li doza Kurd dike û xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd dike.

Laman Mihemed: Heya dawiyê em ê piştgiriya Gerîla bikin

Welatiya bi navê Laman Mihemed jî diyar kir ku ew ê heya dawiyê piştgiriya Gerîla bikin û dê tola gelê Kurd ji dijminan hilînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê êrişa hêzên PDK’ê li dijî gerîla şermezar kir

Back to top button