Bi sedan xelkên Minbicê û gundewarên wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê daketin qadan û piştgiriya hêzên Sûriya demokratîk (QSD) kirin.
Di meşê de dirûşmeya “na ji ftinê na ji êrîşan” re hat berzkirin.
Çalakvanan di meşê de banga xurtkirina têkoşînê li hember êrîşan dan û gotin:
Dewleta Tirk û hevkarên wî dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyê herêmê derxin
Bi operesyona ewlehiyê re jî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û xwestin tirsê di nava gel de biafirînin.
Di êrîşa li ser Minbijê 4 zarok kirin hedef û jiyana xwe ji dest dan.
Ev sûcên dijmirovî ne û nayên qebûlkirin divê rê li pêşiya van êrîşan bê girtin.
Tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi QSD’ê re ne û dê heta dawiyê piştgiriyê bide wan.