Li ser aloziya Kerkûkê li Bexdayê civîn hate lidarxistin

Duh bi amadebûna Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê li Bexdayê li ser rewşa Kerkûkê civînek hate lidarxistin.
Naveroka civînê hate eşkerekirin û hat gotin,
Pêwîste li ser buyerên Kerkûkê lijneyek were ava kirin û encamên wê ji raya giştî re were eşkere kirin.

Duh bi şev bi amadebûna Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê li gel aliyên siyasî li Bexdayê têkildarî Aloziya Kerkûkê civînek hate lidarxistin.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewad naveroka civînê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Encamên civîna aliyan hat eşkere kirin

Tişta ku li Kerkûkê rûdayî bi her bi çi hincetê û ji aliyê kî ve hatibe kirin şermezar dikin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de ji bo aramî û ewlehiya parezgehê banga pabendbûna hemû aliyan bi hevdengiyek nîştîmanî hatiye kirin.

Wê alozîya li Kerkûkê were lêkolîn kirin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin wê aloziya Kerkûkê were lêkolînkirin û wiha hate gotin:

Hevpeymaniyê piştgiriya biryara Parlamentoyê ya ji bo avakirina lijneyekê ji bo lêkolîna rastiya buyerên li Kerkûkê jî kir.

Û biryar da ku lijneyekê bilind ji Hevpeymaniyê were ava kirin.

Di dawiya civînê de ji bo parastina hevsengiya di navbera hemû pêkhateyan de, tekezî li ser pêwîstiya guhertina îdareya Kerkûkê hate kirin.

“Destwerdana Tirkiye ya li Kerkûkê nayê qebûl kirin”

Li aliyê din nerazîbûnên li dijî planên dewleta Tirk ên li ser Kerkûkê jî zêde dibe.

Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Îslamî ya Tirkmenan ya li Iraqê Casim Beyatî diyarkir ku dewleta Tirk destwerdanê di kar û barê navxweyî yê Iraqê de dike.

Beyatî diyar kir hikumet jî welatî jî, destwerdana dewleta Tirk red dikin

Yek ji rêveberên di nava Çarçoveya Hemahengî de Ad Hîlalî jî got;

“Armanca Erdogan zêdekirina aloziya li Kerkûkê ye.

Qeyrana Iraqê bi destwerdanên derve çareser nabe, ji ber ku destwerdan hemû li dijî berjewendiyên Iraq û Iraqiyan e.”

Ad Hîlalî da zanîn ku pêwîste hemû hêzên dewleta Tirk yên di nava xaka Iraqê de werin derxistin.

Back to top button