Hêzên Iraqê derdora kelha Kerkûkê hatine bicihkirin

Piştî xwepêşandan û aloziyên li Kerkûkê, ji duh êvarî ve hêzên Iraqê bi wesayîtên zirxî li derdora kelha Kerkûkê hatine bicihkirin.
Tê gotin ku wê serokwezîrê Iraqê jî sibê serdana Kerkûkê bike.

Di 2’yê îlonê de li Kerkûkê bi daxwaza vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê xwepêşandanek hate lidarxistin.

Piştre alozî derket, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 4 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn.

Duh rêyên ku ber bi kelha Kerkûkê diçin, hemû hatin girtin û îro rê hatine vekirin.

Lê ji duh ve hêzek mezin li derdora kelha Kerkûkê hatiye komkirin. Li gorî agahiyan hêza leşkerî ya bi wesayîtên zirxî, hê jî li cihê xwe ne.

Serokwezîrê Iraqê wê serdana Kerkûkê bike

Li aliyê din li gorî medya Iraqê sibê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ji bo rewşê ji nêz ve bişopîne wê serdana Kerkûkê bike.

Hat diyarkirin ku wê Sudanî bi rayedarên Kerkûkê û nûnerên pêkhateyên li Kerkûkê re li ser aloziyan û rêyên çareseriyê bicive.

Parlamentoya Iraqê, wê lijneyek ji bo lêkolînê bişîne Kerkûkê

Back to top button