Li Idlib û Helebê şerê navbera Rêjîma Sûrî û komên çete yên Tirkiyê, tevî ragihandina agirbestê jî, berdewam e.
Li gorî çavdêriya Sûrî, herî dawî, 25 sivîlî ji wan 13 zarok jiyana xwe ji dest daye.
Çavdêriyê diyar kir ku, hêzên Rêjîmê, gund û bajarokên , Has, Keferoma, Meirezîta, Besqela, Meisiran, Babîla, Kersia, Bidama, Zeîniyê, Merend ên gundewar Idlibê, Hirêtan ê Helebê û Terdîn ê Lazqiyê topbaran kirin.
Di heman çarçoveyê de jî, balafirên Rûsya, herêma Îkard a gundewarê Helebê bombe kirin û armancgirtina deverên sivîlan dewam dike, li gorî ku çavdêriyê ragihandiye.
Her wiha, çavdêriyê da zanîn, komên Tirkiyê kombûnên Rêjêmê, li bajarokê Cercenaz ê Idlibê, herêma Wedîhî û derdora bajarê Helebê topbaran kirin.