Êdî êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bûye rojane.
Dewleta Tirk a qirker doh careke din gûndewarê navçeya Şêrewayê topbaran kir.
Topbarana artêşa dagirker doh derengiya şevê gundê Bênê yê Kantona Efrînê bi awayeke ket û ber topbaran kir.
Di encama topbarana artêşa dagirker de ziyan gihişt erd û zeviyên welatiyên gundê Bênê.
Sibeha duh jî Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Ebûş yê Til Temirê bi dijiwarî topbaran kiribû.