Meşa ciwanan bi dawî bû wê îro tevlî mihricana navnetewî ya Kurd bibin

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevî hemû satengiyên polîsên Alman bidawî bû, Ciwanan teqez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.. 

Meşa Dirêj a Ciwanan her sal weke kevneşopiyek beriya mîhrîcan Çanda kurd tê lidarxistin.

Meş îsal bi duruşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê” di 11’ê Îlon li bajarê Essen yê Almanyayê detpêkiribû.

Tevî astengî û provakasyonên polîsên alman piraniya wan enternasyonalîst bi qasî 200 ciwan ev 6 roj bû meşa xwe didomandin.

Armanca sereke ya çalakiyê teşhîrkirina êrişên dagirkeriya tirk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.

Doh ciwana di roja dawî de li bajarê Aachenê yê Almanyayê bi daxuyaniyeke meşa xwe bi dawî kirin.

Ciwana teqezkirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya ciwanan bi drûşman bidawî bû.

Îro jî wê tev li 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku wê li Hollandayê bê lidarxistin, bibin.

Back to top button