Di topbarana dewleta tirk a li ser Zaxo de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk careke din li Başûrê Kurdistanê deverên ku sivîl lê dijîn topbarana kir.
Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bû.

Tirkiya a dagirker doh êvarî herêma bajarokê Batîfa ya Zaxo bi çekên giran topbaran kir.

Di topbabaranê de welatiyê gundê Evlehê yê girêdayî bajarokê Batîfa birîndar bû.

Hate ragihandin ku welatiyê parçeyekî topê lêketiye 54 saliye û hate rakirin ji bo nexweşxaneya Zaxo yê.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de gundê Perex ya ser bi Zaxoyê, topbaran kiribû û di encamê de 9 kes hatibûn kuştin û 33 kes jî birîndar bûbûn.

Back to top button