Hezên Asayişê li Tebaqyê bazirganekî narkotîkê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundên Hesekê gelek çek û cebilxane desteser kirine.
Li aliyê din Hêzên Asayişê yên li dijî madeyên nakotîk jî li bajarê Tebqayê bazirganekî madeyên narkotîkê girt.

Hêzên Asayişê yên li dijî madeyên nakotîk jî li bajarê Tebqayê bazirganekî madeyên narkotîkê girt.

Hezên Aayişê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ev agahî parvekir:

“Roja Pêncşemê 4’ê Çile, li gorî agahiyên ku ketine destê me bazirganekî narkotîkê heye ku dixwaze hebên narkotîkê li bajêr belav bike.

Endamên me yên li dijî madeyên narkotîk yekser dest bi lêkolîn û şopandina liv û tevgerên wî kesî kirin.

Piştî wê di demeke kurt de ew kes hate girtin.

Bi wî re 78 hezar û 910 ,hebên narkotîk hatin girtin.”

Asayişê dazanîn ku kesê sûcdar û tiştên ku hatine girtin ji bo tomarkirina qanûnî ji Dozgeriya Giştî re hate şandin.

Her wiha Asayişê bang li welatiyan kir ku kesên bi gumana narkotîkê li doara wan hebin, hêzên wan agahdar bikin.

Back to top button