YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da.
YJA-Starê destnîşan kir ku di pêvajoyên wiha giran de serketin jî ji her demê bêhtir nêzîk e û soz da ew ê 2022’yan bikin sala serkeftinê.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.
YJA-Starê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin û gerîlayên YJA Starê pîroz kir û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de YJA-Starê got:
” Em ber bi azadiya Rêberê xwe û welatê xwe ve dimeşin.
Gerîlayên YJA Starê yên ku li dijî teknîka tunekirinê û çekên kîmyewî de şerê parastina mirovahiyê dimeşînin, ji her demê bêhtir bi biryar in.
YJA-Star: Gerîlayên me dewleta Tirk anîye ber têkçûnê
YJA-Starê di dewama daxuyaniya xwe de ev got:
Bi destpêkirina saleke nû ya têkoşînê re em bi êrişên giran ên dijmin, polîtîkayên qirkirinê û şerê taybet re rû bi rû ne.
Li dijî wan êrişên giran, gerîlayên me bi dilsozî û fedakarî li ber xwe didin.
Ev îradeya ku li dijî dijmin hatiye afirandin, mezin dibe.
Gerîlayên me bersivê didin êrişên giran û dewleta Tirk a faşîst aniye ber têkçûnê.”
YJA-Star: Em ê sala 2022’yan bikin sala serkeftinê
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku berxwedana gerîla ya mizgîniya nêzîkbûna azadiya rêber Apo dide û got:
“Di pêvajoyên wiha giran de bê guman serketin jî ji her demê bêhtir nêzîk e.
Yên ku di şexsê me jinan de wê pêşengiyê ji azadiya Rêberê me, gelê me û welatê me re bikin, gerîlayên YJA Starê ne.
Em ê derbên mezin li dijmin bixin û Rêberê xwe azad bikin.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku dê bi van hestan ber bi Newrozê ve bimeşin û soz da ew ê 2022’yan bikin sala serkeftinê.