Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameyên 5 şervanên di çalakiya gundê Basil ê Efrînê de şehîd bibûn, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de soz domandina rêya şehîdan ta rizgirkirina bajarê Efrînê ji dagirkeriyê hat dayin.
Fermandariyê di daxuyniya xwe de diyar kir ku di encama çalkiya wan de derbeyên giran li dagirkeran hatin xistin û wiha got:
Hevrêyên me Cûdî Gabar, Cûdî Reşo, Çîçek, Jiyan û Dilşêr ên evîndarê gel, xweza û çanda xwe, bi nîşandana helwest û sekna xwe ruhê şoreşgeriya demê û fedayiyane nîşan daye.
Her pênc hevalên me jî azadiya gelê xwe kirin armanca xwe ya yekemîn.
Heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan.
HRE sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
Wê bîranîn û armancên wan bibin bingeha têkoşîna me ya azadiyê.
Em ê bi ruhê şoreşgerî yê lehengên mîna her pênc hevrêyên xwe, bajarê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Cûdî Reşo
Nav û Paşnav: Hemîd Reşo
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024
Nav û Paşnav: Sewsen Berket
Nav û Paşnav: Cemîl Sileman
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrîn/30’ê Çileya 2024