Hêzên Gerîla bi çalakiyan 15’ê Tebaxê pêşwazî dikin

Di çalakiyên gerîla ên ji bo pêşwazîkirina 15’ê Tebaxê de li Zap û Xakurkê 4 leşkrên dagirker hatin cezakirin.
Her wiha HPG’ê îddiayên dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 4 hevreyên xwe jî derewand.
Li aliyên din Gerîla TV dîmenê çalakiya 22’ê Tîrmehê a li Girê Cûdî weşand.

Navenda ragihandin û Çapemaniyê ya HPG’ê têkildar çalakiyan û êrişên dagirkeran daxuyaniyek da.

HPG diyar kir derîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi çalakiyan pêşwazî dikin û got:

Artêşa Tirk a dagirker ji bo derbên giran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xwariye binixumîne, îdîa dike ku li wir 4 windahiyên me hene, derewan dike.

Tiştek bi hevrêyên me nehatiye û hemû li ser erk û wezîfeya xwe ne.

HPG: Li Zap û Xakurkê 4 dagirker hatin cezakirin

Bi domdarî derbarê berfirehiya çalakiyan de HPG’ê ev agahî dan:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, gerîlayên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin

Her wiha heman rojê çar caran dest li helîkopteran hate werdan ku hewl dida dagirkeran qadê bi cih bikin.

11’ê Tebaxê jî di encama çalakiya gerîlayên YJA Starê de li Girê Cûdî dagirkerek hate cezakirin

Li herêma Xakurkê jî 4’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş dîsa di bin pêşengtiya de gerîlayên jin de li dijî çepêrên dagirkeran çalakî hate lidarxistin.

Di vê çalakiyê de jî leşkerên arteşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Di dewamê de HPG’ê da zanîn li herêma Geverê jî hêzên wan dehfikeke wêneyan a dagirkeran îmhakirine û got:

Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Memkava yê Geverê dest bi operasyonê kir.

Operasyona ku du rojan dewam kir, bêencam ma.

HPG: Qadên berxwedanê 24 caran bi balafirên şer û helikopteran hatin bombekirin

Têkildarî êrişên dagirkeriyê ên arteşa Tirk jî HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:

10’ê Tebaxê herêma Zap û Garê, bi giştî 24 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hate bombekirin.

HPG: Di nav 24 saetên dawî de gerîla derseke dîrokî dan dagirkeran

Back to top button