NPG’ê Gerîlayên tevlî çalakiyên serkeftî bûn hemû pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê ji ber çalakiyên serkeftî şervan û fermandarên li Eyaleta Rojavayê Zapê hemû pîroz kir.
NPG’ê diyar kir gerîlayan bi tarza şerê tîmê pispor derseke dîrokî ya ku wê neyê jibîrkirin dane artêşa Tirk a dagirker û got:
Berxwedana ku me bi ruhê fedaî yê Apoyî geş kiriye, wê serkeftin û encamên xurt biafirîne.

Gerîlayên Azadiyê 9’ê Tebaxê li qada Girê Cûdî ya girêdayî herêma Rojavayê Zapê, operasyoneke şoreşgerî ya Egîdane lidar xistin.

Hêza gerîla ji 20’ê Tîrmehê û vir ve taktîkek bi pir pêşbînî, biaqilane û bi koordîne da meşandin.

Di van çalakiyên ku gelek taktîkên bi hev re hatin bikaranîn de, 31 leşker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn.

Ev operasyona şoreşgerî, derbeya herî mezin bû ku artêşa Tirk di nava 20 rojan de li Girê Cûdî xwar.

Di van rojên ku em nêzî salvegera 39’emîn a pêngava vejînê 15’ê Tebaxê ku gelê Kurdistanê ji tunebûnê rizgar kir dibin de, ev çalakiyan gelek wate di hundirê xwe de dihewimîne.

Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê careke din peyama êm ê rê nedin dagirkeriya li ser axa Kurdistanê û qirkirina gelê xwe dan.

Têkildarî çalakiyên bi heybet Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG daxuyaniyek da.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê şervan û fermandarên tevlî çalakiyên serketî bûn, hemû pîroz kir û wiha got:

Beriya her tiştî em Cejna Vejînê pîroz dikin, bi hezkirin û hurmetê silav dikin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrîşeke dijmin a bênavber û berxwedaneke dîrokî ya li dijî vê êrîşê 14 meh in dewam dike.

Dewleta Tirk ku dixwaze planên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne, şeva 20’ê Tîrmeha 2023’an bi êrîşa li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dest bi êrîşeke nû kir.

Li hemberî êrîşên ku 22 roj in bênavber dewam dikin, berxwedana ku tê nîşandan performans û asteke girîng afirandiye.

“Gerîlayan derseke dîrokî ya ku wê neyê jibîrkirin dan artêşa Tirk a dagirker”

NPG’ê diyar kir gerîlayan di oprasyona Şoreşgerî de bi ruhê fedaî yê Apoyî yê bilind bi ser dijmin ve çû û got:

Tarza şerê tîmê pispor û taktîkên dewlemend ên gerîla bi afirîneriyeke mezin pêk anî, derseke dîrokî ya ku wê neyê jibîrkirin dane artêşa Tirk a dagirker, ji ber vê serkeftinê wan pîroz dikin.

NPG: Berxwedana Apoyî wê serkeftin û encamên xurt biafirîne

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’Ê di dawiyê de destnîşan kir ku berxwedana ku wan bi ruhê fedaî yê Apoyî geş kiriye, wê serkeftin û encamên xurt biafirîne.

Operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî

Back to top button