Operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî

Li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin.
Ev operasyona şoreşgerî, derbeya herî mezin bû ku artêşa Tirk di nava 20 rojan de li Girê Cûdî xwar.
Weke ku gerîlayên li wê derê dibêjin, ‘Ketin heye, derketin ji Girê Cûdî nîne’.

Gerîlayên Azadiyê 9’ê Tebaxê li qada Girê Cûdî ya girêdayî herêma Rojavayê Zapê, operasyoneke şoreşgerî ya Egîdane lidar xistin.

Hêza gerîla ji 20’ê Tîrmehê û vir ve taktîkek bi pirpêşbînî, biaqilane û bi koordîne daye meşandin.

Çalakiya ku di 9’ê Tebaxê de pêk hat, bêguman encama pêvajoyekê ye, ne operasyoneke tesadufî ye.

Çawaniya hêza Tirk a operasyon û rewşa wê ya li Girê Cûdî

Gerîla bi darbe, sûîqest, çekên giran û çalakiyên sabotajê her tim serweriya xwe ya di gulebaranê de parastiye.

Leşkerên ku xwestin li çar aliyê axê belav bibin, bi dehan caran bûne hedefa segvanên YJA Starê.

Ji ber vê yekê leşkerên ku li herêmê daketin, xwestin bi lez mewziyan çêbikin û xwe biparêzin.

Yanî li qada ku bi gotina “em ê operasyonê bikin” hatineyê, ketin pozîsyona parastinê.

Li Girê Cûdî ketin heye derketin tune ye

Di van çalakiyên ku 9 û 10’ê Tebaxê gelek taktîkên bi hev re hatin bikaranîn de,

31 leşker hatin cezakirin û 7 dagirker jî birîndar bûn.

‘Dronên întîxarî’ yên artêşa Tirk ên ku di dema çalakiyê de çûn hewara leşkerên nikarin serê xwe rakin, ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin.

Gerîlayên ku di dema çalakiyê de ketin pey leşkerên Tirk ên xwestin birevin, li vir jî gelek leşker ceza kirin.

Mudaxaleyî skorskyên ku hewl didan takviyeyê herêmê bikin, kirin û hemû neçar man ku yek bi yek paşde vegerin.

Yanî di encamê de li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin.

Mîna gotina gerîlayên ku niha li wir li ber xwe didin: Ketin heye, lê derketina ji Girê Cûdî tune ye.

Windahiyên artêşa Tirk gelek in

Ev operasyona şoreşgerî, derbeya herî mezin bû ku artêşa Tirk di nava 20 rojan de li Girê Cûdî xwar.

Wan bi xwe jî 9’ê Tebaxê di saetên şevê de, her çendî ku ne bi hejmara rast jî be agahiyên nasnameya leşkerên hatine cezakirin, parve kirin.

Di daxuyaniya destpêkê gotin 2 leşker winda kirine, lê ber bi serê sibê ve bûn 5.

Ev yek nîşan dide ku windahiyên artêşa Tirk gelek in.

HPG: Di nav 24 saetên dawî de gerîla derseke dîrokî dan dagirkeran

Back to top button