Li Fransa hişyariya ji ber germahiyê hat dayîn

Ewropa bi pêla duyemîn a germê dikele.
Li Fransayê germahî vê hefteyê wê bigihêje heta 38 pileyî.
Dawiya hefteyê li Almanyayê jî wê gelekî germ be.
Li başûrê Ewropayê ji ber germê li gelek welatan agir bi daristanan ket.

Li Fransayê vê hefteyê hewa gelekî germ e.

Servîsa meteoroliyê Meteo-France ragihand ku li başûrrojavayê welêt û li Geliyê Rhone, germahî dikare bigihêje heta 38 pileyî.

Tê payin ku germahî di vê astê de heta deh rojan jî dewam bike.

Li başûrê Ewropayê ji ber germa zêde li gelek welatan agir bi daristanan ket.

Li peravên Atlantîkê yê Fransayê, servîsên lezgîn bi hezaran mirov ji şewatê rizgar kirin.

Meteorologên li Brîtanya Mezin jî hişyarî dan mirovan ku vê hefteyê li hin herêman di ser 35 pileyî re dibe ku hewa germ bibe.

Li Îngilistanê pêla herî germ 38.7 pile bû ku di 25’ê Tîrmeha 2019’an de li bajarê Cambrîdgeyê hate pîvandin.

Li Almanyayê ziwatî zêde dibe

Li Almanyayê jî tê payin ku rojên bê li herêmên navîn û başûr ên welêt heta 36 pileyî hewa germ bibe.

Li gorî departmana meteorolojiyê ya RTL’ê, tenê li herêmên peravê wê ewr hebe û hewa hinekî hênik be.

Tê texmînkirin ku piştî Yekşemê pêleke nû ya germahiya zêde destpê bike.

Dibe ku piştî wê jî li hinek herêman pileya germahiyê bigihêje 40’î.

Ji ber germaniyê, rewşa ziwatiyê ya li Almanyayê nebaş dibe.

Servîsa Rewşa Hewayê ya Alman (DWD) ragrihand ku ji bilî herêmên bakur û başûr, wê li hemû herêmên din ziwatî hebe.

Li Îtalyayê ziwatiya ku zêdeyî hefteyeke dewam dike

Li Îtalyayê jî zêdeyî hefteyeke ziwatî heye.

Bi taybetî li bakurê welêt, îsal ji rewşa asayî kêmtir baran bariya.

Li hin herêmên Sîcîlyayê jî hişyarî di asteke bilind de ye.

Li hin herêmên Sardûnyayê rîska şewata daristanan heye.

Her wiha metirsiya pêla kuliyên mezin jî li giravê heye.

Pispor texmîn dikin ku gulî qadeke ji 60 hezar hektarî dagir bikin.

Li gorî zanyaran sedema rûdana vê pêla kuliyan jî ziwatî ye.

Li Portogalê hewldanên ji bo vemirandina şewata li daristanan

Ziwatî û bayê ku bi hefteyan e dewam dike, li Spanyayê dibe sedema rûdana şewatê.

Li bajarokê Las Hûrdesê yê li ser sînorê Portogalê, qadeke ji 3 hezar û 500 hektarî şewitî.

Ji 17 herêman li 16 herêman servîsa rewşa hewayê Aemet ji ber germahiya ku gihîşt 44 pileyî alarm da.

Pêla duyemîn a germahiya li Spanyayê jî tê payin ku heta destpêka hefteya bê dewam bike.

Back to top button