Ji ber dorpêça li Şêxmeqsûd zarokekî jiyana xwe ji dest da

Hêzên hikûmeta Şamê kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê bi awayekî hişk dorpêçkiriye. Ne xwarin, sotemenî, kehrebe û derman derbasî wan deran nabin. Di ecama vê dorpêça hêzên hikûmetê de, zarokê 4 salî yê bi navê Wîsam Seydo jiyana xwe ji dest da.

Zêdetirî 200 hezar kes li herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê ji ber dorpêçê zehmetiyê dikşînin.

Zêdetirî mehêkê ye ev tax di dorpêça hêzên hikûmeta Şamê de ne û tu madeyên xwarin, sotemenî û dermanan derbas nabin.

Ji ber vê derpêça giran li taxa Şêxmeqsûd zarokekî 4 salî ê bi navê Wîsam Seydo jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora bijîşkan hate diyar kirin ku sedema rasterast a mirinê tansiyona giştî ye ku bûye sedema têkçûna dil û sedema nerasterast jî bilindbûna germahiya zarokê ji ber sermayê ye.

Back to top button