Serokê parlemento daxwaznameya derxistina hêzên biyanî ji Îraqê qebûl nekir

Parlamenterê Iraqê Siûd Sedî diyar kir ku Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî biyara parlamentoyê ya derxistina hêzên biyanî îmze nekir û got: Ev jî bûye sedem ku biryar nekeve meryetê.

Parlamenterê Iraqê Siûd Sedî bi daxuyawniyekê diyar kir ku li gorî agahiyên ketine destê wan, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî biryara parlamentoyê ya derxistina hêzên biyanî îmze nekir:

Sedî got: ‘Me çendîn nameyên fermî ji aliyên peywendîdar re şandine, ji bo zanîna sedema pêkneanîna biryara Parlamentoyê ya vekêşana hêzên biyanî yên di bin serokatiya Emerîka de, lê hêj tu agahî nehatiye.’

Parlamenterê Iraqê Siûd Sedî got ku ev gava Mihemed Helbûsî bûye sedem ku biryara parlamentoyê nekeve meryetê.

Back to top button