Ji Biden soza piştevaniya leşkerî bo welatên li Rojhilatê Ewropa

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, bi taybet welatên li rojhilatê Ewropa bitirsin.
Serokê Amerîka Joe Biden li hemberî êrişeke Rûsya li ser welatên Rojhilatê Ewropa soza piştevaniyê da.
Biden di axaftina xwe de got, “Em ê her santîmetreya NATOyê biparêzin.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Joe Biden li dijî êrişeke Rûsya li ser welatên hevalbend yên NATO yê soza piştevaniya parastinê da.

Biden beşdarî civîna Bukreş a 9. ku li paytexta Polonya Warşowê pêk hatî bû.

Biden di axavtina xwe de îşaret bi xala 5’an a Peymana Atlantîka Bakur kir ku welatên endamên rêxistinê mecbûr dike alîkariyê bidin her welatekî ku rastî êrîşa çekdarî tê û wiha got:

“Xala pêncemîn erkeke pîroz e ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye qebûlkirin.

Em ê her santîmetreya NATOyê biparêzin.

Weke baskê rojhilatê NATO’yê, hûn xeta herî pêş a parastina me ya hevpar in.”

Biden, ji welatên Ewropaya Rojhilat re ev tişt anî ziman:

“Hûn ji her kesî baştir dizanin ku di şerê heyî de (li Ukraynayê) çi di xetereyê de ye. ”

Biden: Rawestandina peymana start şaştiyeke mezin e

Biden her wiha got, biryara Rûsyayê ya rawestandina peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk ên Nû (START) bi Amerîkayê re ji bo pêşîgirtina li belavnekirina çekan “şaşiyeke mezin” bû.

Lêbelê, Biden red kir ku li ser mijarê bêtir şîrove bike.

Bukreşa 9. di sala 2014-an de, bi însiyatîfa Polonya û Romanya ya piştî Rûsya nîvgirava Kirimê kontrol kir pêk hat.

Polonya, Romanya, Bulgaristan, Macaristan, Çekya, Slovakya, Estonya, Lîtvanya û Letonya welatên cihê xwe di nava vê hevgirtina Bukreşa 9. de digrin.

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban yê têkliyên xwe yên xurt li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin heyî beşdarî civîna li Warşowê nebû.

Serok Katalin Novak nûnertiya Macaristanê ya di civînê de kir.

Stoltenberg: Em ê nehêlin ewlekariya Ewropa were têkbirin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî got:

“Em nikarin destûrê bidin ku Rûsya ewlehiya Ewropayê xera bike.

Divê em çerxa êrîşa Rûsyayê bişkînin.”

Back to top button