Endama Desteya Hevserokatiya PYD Foza Yûsif jî bi nêzbûna Cejna Newrozê nirxandin kir. Foza Yûsif dibêje: “Rêber Apo bi projeya Neteweya Demokratîk, Newrozeke nû diyarî Rêber Apo kir.” Û tekez kir îsal ji her demê bêhtir ew di rizgarkirina herêmên dagirkirî de bi biryar in.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bi rasthatina Newroza 2022`an ji ajansa Hewarê re nirxandin kir.
Foza Yûsif Newroza îsal li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz kir û diyar kir Rêber Apo bi projeya Neteweya Demokratîk Newrozeke nû diyarî gelan kir.
Foza Yûsif: Newroza 2022`yan wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo
Foza Yûsif anî ziman pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bi Newroza 2022`yan re wê bikeve qonaxeke nû û got:
“Ji bo wê jî Newroza îsal wê bibe Newroza azadiya Rêber Apo. ”
Foza Yûsif: Em di rizgarkirina herêmên dagirkirî de bi biryar in
Der barê salvegera dagirkirina Efrînê de jî dibêje:
“Îsal ji her demê zêdeti em bi biryar in ku herêmên dagirkirî rizgar bikin.”
Foza Yûsif destnîşan kir ku jinan 8 Adarê bi coş pêşwazî kir û ew ê bi vê coşê Newrozê jî pîroz bikin.
Dawiya nirxandina xwe Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif ev peyam da.