Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bê navber dewam dikin.
Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Xakurkê 19 çalakî lidar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê hêzên gerîla li herêma Zap, Metîna û Xakurkê, gelek çalakî li dar xistine.
Di çalakiyên 7, 8, 9’ê Îlonê de derbên giran li dagirkeran hatiye xistin.
Di encamê de dagirkerek hatiye kuştin û derb li 18 çeperan hatiye xistin.
Têkîldarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî hate parve kirin.
“7, 8 û 9’ê Îlonê qadên gerîla 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
8’ê Îlonê jî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi helîkopteran û Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”