Hêzên gerîla ji bo hilanîna tola şehîdên Xerzanê çalakî lidar xistin.
Di encamê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 14 çeperan hate xistin.
Her wiha HPG’ê diyar kir cenazayê 2 leşkeran hina di bin kontrola hêzên wan de ne û got:
Medya şerê taybet a Tirk rastiyan ji raya giştî vedişêre û derewan dike.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.
HPG’ê ragihand hêzên gerîla ji bo hilanîna tola şehîdên Xerzanê çalakî lidar xistin û ev agahî dan:
Hêzên me li Zap, Rojavayê wê û Metînayê bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin derbên giran li dijminê dagirker xistin.
Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin ceza kirin, sîstemeke kamera mobesse ya termal îmha kirin û derb li 14 çeperan xistin.
HPG’ê da zanîn çalakî di şexsê hevrê Şehîd Tolhildan Tekman de ji bo hilanîna tola şehîdan hatiye kirin.
Bi domdarî Hêzên Parastina Gel bal kişande ser şerê taybet û derewên dewleta Tirk ên ji bo nixumandina têkçûna xwe.
Cenazeyên dagirkeran hîn jî di bin kontrola gerîla de ne
HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çalakiyên gerîlayan xetimiye û wiha got:
Artêşa dagirker bi teknîka xwe ya şer her roj bi dehan caran bombebaranek giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê belê nikare ti encamê bi dest bixe.
Her wiha di encama çalakiyên gerîla de jî gelek kuştiyan dide.
Herî dawî kuştiyên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji raya giştî veşart û tenê li kuştina leşkerekî mikur hat.
Lê belê cenazeyên 2 leşkerên dagirker ên bi navê Denîz û Unal hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne.
HPG got:
Bi vê çalakiya serkeftî careke din ispat bû ku medya şerê taybet a Tirk rastiyan ji raya giştî vedişêre û derewan dike.
HPG: Herêma Zap, Metîna, Garê û Qendîl 11 caran hate bombekirin
Derbarê êrişên arteşa dewleta Tirk a dagirker de jî HPG’ê di dawiyê de ev agahî pver kir:
5 û 6’ê Îlonê Herêma Zap, Metîna, Garê û Qendîlê 10 caran bi balafirên şer û helîkopteran hate bombekirin.



