Rewşenbîrên Kerkûkê: Em rê nadin kes aramiya bajêr xirab bike

Rewşenbîrên Kerkukê eşkere kirin ku ewê rê nedin ku ti kes aramiya Kerkûkê xirab bike.
Rewşenbîran xwestin di zûtirîn dem de kujer werin ceza kirin û leşker û wesayitên zirxî li nav taxên Kurdan vekişînin.

Ji ber aloziyên ku 2’yê Îlonê li Kerkûkê rû dabûn û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bibûn, hêzên ewlehiyê li nav taxên Kurdan hatine belavkirin.

Şaxê Rewşenbîrên Iraqê ya Kerkûkê ku di nava wan de ji hemû pêkhateyan rewşenbîr hene, têkildarî aloziyên di rojên dawî de li Kerkûkê derketine, civiyan û piştre jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê rewşenbîran Feysel Hemewendî daxuyanî da.

Daxuyaniyê de hat xwestin hêzên leşkerî ji nava taxên bajêr bên vekişandin û hat diyar kirin ew rê nadin ti kes aramiya bajêr têk bide.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin,

“Wek reşenbîrên bajêr yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî her çalakiyek ji bo têkdana aramiya li bajêr qebûl nakin. Em şehîdxistina çar Kurdên bajêr şermezar dikin.”

Ezîz Necîd: Divê aramî û aştî li Kerkûkê bi cih bibe

Back to top button