Parlamentoya Iraqê, wê lijneyek ji bo lêkolînê bişîne Kerkûkê

Aloziya li kerkûkê dewam dike.
Parlamentoya Iraqê ragihand ku wê lijneyek ji bo lêkolîna bûyera 2’yê Îlonê a xwînî ya li Kerkûkê bişîne.Herwiha li ser heman mijarê îro Nûnerê Serokomarê Iraqê ji bilî PDK û Tevgera Nifşê Nû bi hemû partiyên Kurd yên Kerkûkê re civiya.

Aloziya li Kerkûkê a piştî vegera hêzên PDK’ê û xebatên lêkolîna ji bo bûyerên 2’ê îlonê didome.

Di xwepêşandanên 2’yê Îlonê de hêzên çekdar gule li xwepêşandaran barandibûn

Û di encamê de 4 ciwanên Kurd hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Selah Zeynî Temîmî têkildarî xebatên ji bo lêkolîna aloziyê daxuyaniyek da.

Selah Zeynî Temîmî di serî de xemginiya xwe a ji bo bûyerê anî ziman û got:

Biryar hate girtin ku di çend rojên pêş de lijneyek ji bo lêkolîna hurguliyên buyerên vê dawiyê, serdana Kerkûkê bike.

Temîmî her wiha diyar kir ku lijneya ku were şandin, ji bo wergirtina zanyariyan wê li gel berpirsê emnî yê bajarê Kerkûkê bicive.

Nûnerê serokomarê Iraqê li Kerkûkê bi partiyên Kurd re civiya

Ji bo heman mijarê îro Nûnerê Serokomarê Iraqê Ezîz Mecîd ji bilî PDK û Tevgera Nifşê Nû bi hemû partiyên Kurd yên Kerkûkê re civiya.

Civîn li avahiya Partiya Komunîsta Kurdistanê ya li Kerkûkê hate lidarxistin.

Piştî civînê, Nûnerê Serokomarê Iraqê Ezîz Mecîd daxuyaniya çapemeniyê da.

Ezîz Mecîd ragihand, ji bo ku ji nêzîk ve bûyer û aloziyên derketine bizanin, ewê bi hemû berpirsên payebilind yên bajarê Kerkûkê re bicivin û got;

“Emê ji bo pêkanîna aramiya bajêr hemû derfetên xwe bikin nava tevgerê.”

Aso Mamend: Ji bilî PDK’ê, hemû aliyên Kurd yek helwestin

Endamê Navendî yê Mekteba Siyasî ya Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê Aso Mamend jî derbarê rewşa Kerkûkê de axivî.

Aso Mamend ragihand ku aloziya niha li Kerkûkê heyî xizmeta Kurd û bajar nake û got:

“Em naxwazin xwîna ciwanan were rijandin.

Aso destnîşan kir ku ji bilî PDK’ê, hemû aliyên Kurd yên li Kerkûkê yek helwestin û bang li PDK’ê û aliyên din kir, ji bo çareseriya pirgirêkê hevkariyê bikin.

“PDK aloziya li Kerkûkê ji bo paş xistina hilbijartinan bikartîne”

Berpirsa Malbenda YNK’ê ya Bexdayê Rabîhe Hemed jî têkildarî mijarê nirxandin kir.

Rabîhe Hemed diyar kir PDK planên herêmî bi hêceta baregehek li Kerkûkê bi cih tîne û ev yek got:

Ger ne wisaye, çima li Bexdayê dema baregeha wê hat şewitandin tenê daxuyaniyek şermok da.

Lê niha ji bo wergirtina baregehek ku ne ya wê ye, xwîna ciwanên Kerkûkê dirêjîne.”

Berpirsa YNK’ê ya Bexdayê bi domdarî got :

PDK hemû hewildanan dike da ku li Kerkûkê alozî derkevin û wan aloziyan jî bike hêcet da ku hilbijartina encûmena parêzgehê li Kerkûkê paş bixe.

Back to top button