Şandeya partiyên Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên PDK-Bakur, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Rêxistina Tevgera Demokrat pêk dihat, serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê kirin.
Şandeya partiyên Bakur ji aliyê nûnerên PYD’ê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî civînê Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur Hişyar Ozan têkildarî naveroka civînê ji çapemeniyê re axivî.
Hişyar Ozkan diyar kir ku di civînê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û danûstandinên navbera ENKS’ê û PYNK’ê de axivîne.
Piştre Endamê Komîta Dîplomasî ya PYD’ê Yusif Kutî jî diyarkir PYNK jî amadeye qonaxa duYem a danûstandinan li gel ENKS’ê bide destpêkirin.