Li bajarê Qamişlo, Komxebata Hiqûqî ya duyemîn a Efrînê hat lidarxistin

Li bajarê Qamişlo, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrîna dagirkirî hat lidarxistin.
Di komxebatê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û çawaniya cezakirina kujeran li gorî qanûnên navnetewî hatin nîqaşkirin.

Bi armanca balkişandina ser sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Adara 2018`an ve li Efrînê pêk tînin, Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn a derbarê binpêkirinên li Efrîna dagirkirî de hat lidarxistin.

Komxebata Hiqûqî li bajarê Qamişlo pêk hat.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, nûnerên rêxistinên hiqûqî û KNK tevî gelek aliyên din beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û çawaniya cezakirina kujeran li gorî qanûnên navnetewî hatin nîqaşkirin.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî.

El-Mihbaş banga lezgîn kir ku sûcên Tirkiyê werin rawestandin

Ebid Hamid El-Mihbaş behsa sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê û hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo têkbirina ewlehiya herêmê û tunekirina azadî û demokrasî kirin.

El-Mihbaş bang li civaka navnetewî kir ku rêzê ji qanûnên navnetewî re bigire û bi lez sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê rapora binpêkirinên Tirkiyê eşkere kir

Di Komxebatê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî rapora binpêkirinên dewleta Tirk di nava sê salan de li Efrînê eşkere kir.

Li gorî raporê, daneyên sala 2018’an wiha ne:

Di 3 salên dagirkirinê de nêzî 400 hezar kesên biyanî li gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin.

Hejmara qurbaniyên ji ber vê êrîşê 498 sivîl bûn.

Hejmara qurbaniyên ku di bin êşkenceyê de hatine kuştin gihaşt 82`yan.

Ji ber topbaranê zêdetirî 696 sivîl di nav de 303 zarok û 213 jin hene birîndar bûne.

Hejmara revandî û windahiyan gihaşt 943 kesan, ji wan 76 di bin êşkenceyê de hatin kuştin an jî bê darizandin hatin darvekirin.

Daneyên sala 2019’an wiha ne:

Hejmara bûyerên revandinê û xwestina fîdyeyan gihaşt zêdetirî 6 hezar bûyeran.

Ji malbatên 500 kesan wek fîdye pere hate xwestin û çarenûsa 330 kes ne diyar e.

54 kes di bin êşkenceyê de hatin kuştin.

41 kes ji ber topbarana ji hêla delweta Tirk hatin kuştin û 670 sivîl jî birîndar bûn.

Ji ber mayîn û teqemeniyan hezar û 730 sivîl birîndar bûn.

Ji sala 2018 û heta 2019`an 40 jin hatine kuştin, 128 hatine birîndarkirin, 60 keçên temenbiçûk hatine tecawizkirin, ji wan 5 keçan xwe kuştiye, 270 hatine revandin û gelek rewşên weke zewaca bi darê zorê.

Daneyên sala 2020’an wiha ne:

58 kes hatin kuştin ji wan 9 jin in.

987 kes hatine revandin.

39 teqîn li herêmên sivîlan çêbûn, di encama wan de 170 kuştî û birîndar bûn.

35 jin di sala 2020`an de hatine revandin.

67 jin hatin tecawizkirin.

Back to top button