Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku şervanên wan êrişeke çeteyan a li dijî gundewarên Minbicê têk birin.
QSD got: 15 çete hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.
QSD’ê diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk dema êrişî gundê El Boxaz kirin şervanên wan ew êriş têk birin û wiha hate gotin:
“Di êrişê de 15 çete hatin kuştin û zêdetirî 30 çete jî birîndar bûn.
Her wiha şervanên me du erebeyên ku çeteyan di êrişê de bikaranîn rûxandin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.”
QSD’ê da zanîn ku di êrişan de çeteyên DAIŞ’ê jî hebûn..