Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê berdewam dike.
Îro careke din dewleta Tirk gundewarê navçeya Zirganê û Şêrawa topbaran kir.
Artêşa Tirk a Dagirker vê sibehê careke din berê topên xwe da herêmê..
Beriya saetekî jî gundê gundê Qinêtra, Soxanekê û Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrawa a kantona Efrînê topbaran kir.
Hate ragihandin ku herî kêm 30 guleyên hawan û obîsan li herêmên navborî ketine.
Her wiha êrişî gundê Zirgan jî kir ..
Taybet gundê Xirbit Şiîr û Til El werd bûn ermanca êrişan ..
Duh derengiya şevê jî gundên Til Ebûd û Esediyê yên heman navçeyê hat topbaran kir.
Hate ragihandin ku di encama topbaranê de ziyanên madî gihişt erd û zevîyên welatiyên gundên navborî.