Gera Astana 21..Careke din çav li êrişên Tirkiye yên li ser xaka Sûriyê hat girtin

Gera 21’an a civîna Astanayê bi dawî bû.
Di encamnameya dawîn de dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriyê hatin paşguhkirin.

Duh gera 21`an a civînên Astanayê bi beşdariya Rûsya, Îran, dewleta Tirk a dagirker dest pê kiribû û îro bi dawî bû.

Di encamnameya dawîn a civînê de ku wezîrê karên derve yê Kazaxistanê Alibek Bakiyev xwendiye, operasyonên Îsraîlê yên li dijî tevgera Hemasê li hatin rexnekirin lê belê şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk li dijî Sûriyeyê dike, hat paşguhkirin.

Di encamnameyê de bi gelemperî bêyî hûrgulî, behsa girîngiya vegerandina têkiliyan di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hate kirin.

Her wiha behsa komîteya destûrê hate kirin ku aliyên Astanayê, îdia kir dê piştgiriya wê bikin û hate bibîrxistin ku aliyan rewşa li herêmên bêçek ên li Idlibê gotûbêj kiriye.

Di encamnameyê de behsa girîngiya rêgirtina li ber berfirehbûna şer hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa Idlibê bi berfirehî hatiye nirxandin.

Hat destnîşankirin ku divê lihevkirinên li ser Idlibê bi temamî bên bicihanîn û aramî bê parastin.

Her wiha hate aşkerakirin ku aliyan li hev kiriye ku gera 22’an a Astanayê di navîna duyemîn a 2024`an de li dar bikeve.

Piştî civînê serokê şandeya hikumeta Şamê û cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Bessam Sebax îdia kir ku wan teqezî bi pêwîstiya bidawîkirina rêxistinên terorîst û hebûna leşkerî ya biyanî ya li Sûriyê, rêzgirtina serdestiya Sûriyeyê û yekitiya wê kiriye.

Back to top button