Parêzerên Rêber Apo hevdîtin bi CPT re kirin

Parêzerên Rêber Apo hevdîtin bi Komîteya Pêşîgirtina li Eşkenceyê ya Konseya Ewropayê re kirin.
Ji Parêzeran Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji CPT xwestine, bi lez şandeyekê bişînin Îmraliyê.
Têkildarî bersiva CPT jî Îbrahîm Bîlmez da zanîn ew ê daxwazên wan bi endamên din ên komîteyê re parve bikin.

Parêzerên Rêber Apo li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li saziyên Yekîtiya Ewropayê hin hevdîtin kirin

Her wiha parêzeran bi rayedarên Komiteya pêşlîgergitin êşkenceyê CPT re jî rûniştin.

Ji parêzerên ku tevlî hevdîtinê bûn Îbrahîm Bîlmez piştî hevdîtinan axîvî.

Îbrahîm Bîlmez got:

Ji sala 1999’an û vir ve gava em firsendê dibînin bi rêk û pêk hevdîtinê bi CPT re dikin.

Dema ku hevdîtinê nakin jî sê, çar mehan carekê li ser rewşa li Îmraliyê raporê didin CPT û hevdîtin di vê çarçoveyê de bû.

Parêzerên Rêber Apo: Divê CPT serdaneke lezgîn pêk bîne

Parêzer Bîlmez diyar kir ku têkildarî rewşa li Îmraliyê wan agahiyên dawî ragihandiye û wiha got:

Me ji rayedarên CPT re diyar kir ku nêzî sê sal in em nikarin bi ti awayî agahiyê werbigirin, ev yek ji bo me û gelê Kurd cihê fikaran e û bandoreke neyînî li civaka Tirkiyê dike.

Me daxwazên xwe ragihandin.

Me diyar kirin ku li ser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan û muwekîlên me yên li wê derê agahiya me nîne.

Û me ji CPT xwest ku rapora xwe ya li ser serdana dawî eşkere bike.”

Her wiha Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman li gel rapora rewşa dawî wan xwestiye ku ji bo meseleya rewşa tenduristiyê jî CPT bi lez serdana Tirkiyê bike.

Têkildarî bersiva CPT jî Îbrahîm Bîlmez da zanîn ew ê daxwazên wan bi endamên din ên komîteyê re parve bikin.

Back to top button