Meşa Demokrasiyê li Stenbolê bi rengê Mor xemlî

Baskê Edîrneyê yê ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ îro bi pêşengiya jinan bi rengê mor dewam dike.
Konvoy bi rengê mor hate xemilandin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter û jinên endamên partiyê, tevlî meşa îro bûn.

Konvoy bi pêşengiya wesayita bi rengê mor û pankarta bi nivîsa “Têkoşîna jinan li her derê ye” bi rê ket.

Wesayit ji aliyê Endama Meclîsa Jinan a Navendî ya HDP’ê Arîfe Çinar ve hate ajotin.

Wesayit hemû bi kûr-dele û balonên mor hatin xemilandin.

Jin wê li pêşiya Girtîgeha Kan-dirayê daxuyaniyekê bidin.

Li Girtîgeha Kandirayê Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tûglûk, Edîbe Şahîn û Nûr-hayat Altûn dîlgirtî ne.

 

Back to top button