Tevgera jinên ciwan: Perwerde xwenaskirin e

Endamên Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê yên di kampa perwerdeyê de cih digirin diyar kirin ku “Kampa perwerdeyê mirovan pêş dixe. Hêviya wan ku hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin, rastiya xwe nas bikin. her weha jinên tên perwerdekirin derdora xwe jî perwerde dikin.

 

Endamên Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê kampek perwerdeyê ji bo jinên ciwan ava kirin.

Ev perwerde ji 14 jinên ciwan ên Kantona Qamişloyê pêk tê. Perwerde wê 10 rojan dewam bike. Û wê Jinên ciwan çalakiyên cur be cur pêşkêş dikin.

Têkildarî mijarê jinên ciwan ên ku tevlî kampa perwerdeyê bûne derbarê vê yekê de nêrînên xwe anîn ziman.

Dicle Ehmed li ser perwerdeya ku niha dibîne got di vê perwerdeyê de ew hînî gelek tecrubeyên jiyanê bûn.

 

Di nava xwezayê de tiştên nû tên afirandin

Jina ciwan a bi navê Hebûn Xelef jî li ser jiyana kampê axivî, daxwaz kir ku her car perwerdeyên wiha bên destpêkirin û hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin.

Back to top button