Erdogan: Hamas komeke mucahîd û rizgarîxwaz e

Îro şefê rêjîma Tirk Erdogan careke din bi derew, fen û hîleyan îdîa kir ku yê herî zêde bi prensîp nêzî meseleya Filîstînê dibe ew bixwe ye.
Kuştina zarokên Kurd li Roboskî, Kortek û Rojava jibîr kir û got, li cîhanê yekane welatê ku ji bo kuştina zarokan bi balafir û tankan êrişî bajaran dike, tenê Îsraîl e.
Erdogan gef li Amerîk û hêzên Rojavayî jî xwar û got, Ew deyndarê Îsraîlê ne û ji ber vê terorê wan jinedîtîve tên.
Em jî ji wan re dibêjin, Hamas ne rêxistineke terorê ye, ew komeke mucahîd û rizgarîxwaz e.

Hamas ne rêxistineke terorîst e. Ew mucahid û rizgarîxwaz in.

Ama Îsraîl çi dike? zarokan dikuje.

Şefê rêjîma Tirk Erdogan wê kengî van gotinên xwe jibîr bike, an xwedî li wan dernekeve?

Ji bo vê demeke dirêj pêwîst nake.

Jixwe dîroka Erdogan bi van peyvên derew û paşde gavavêtinê tije ye.

Ti carî doza gelê Filîstînê nebû xema Erdogan

Di serî de bixwe, her kes dizane ku kuştina zarokên Filîstînî û warankirina warên wan ti carî ji bo Erdogan nebûye dert.

Lewma tevî van gotinan jî kesê ku herî zêde dostaniyê li gel Îsraîlê dike Erdogan û hukûmeta wî ye.

Îca dema berjewendiyên wî dibin mijar, dikar beriya her kesî dijminahiya xwe jibîr bike.

Mînakên vê, di mijarên Misir, Îmarat û Erebîstana Siûdî de hatin dîtin.

7’ê Cotmehê Hamasê êrişî wargehên Îsraîlê kirin.

Di vê êrişê de derdoras 1400 kes hatin kuştin û 220 jî dîl hatin girtin.

Piraniya kuştî xelkê sivîl bûn.

Kî fermana kuştina zarokên Roboskî, Kortek û Rojavayê Kurdistanê da?

Hemwextê êrişa Hamas û şerê li dijî Xezayê, Erdogan berê balafirên xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Binesaziya bi mîlyonan kesî hat rûxandin.

Dibistan, nexweşxane û saziyên civakî hatin hilweşandin.

Zarok û jin jî di nav de bi dehan sivîl hatin kuştin.

Ji ber ku mijar Kurd bûn, li aliyekî Erdogan êrişên xwe rewa nîşan dan,

Li aliyê din jî bêdengiya cîhana ku îro di bin navê mirovahiyê behsa mafê parastina sivîlan dike.

Erdogan ê ku ji roja bûye desthilat fermana komkuijiyên li dijî Kurdan daye, îro behsa wê yekê kir ew ji herkesî zêdetir mafê zarokan diparêzin.

Jibîr kir ku bi ferman û destûra wî bi dehan zarokên Kurd li Roboskî, Kortek û Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin.

Li cîhanê, ji bo kuştina zarokan, dewleta ku şev û roj bi balafir û tankên xwe li bajaran dide, nexweşxane, dibistan û mizgeftan bombardiman dike tenê Îsraîl e.

Ji gotinên Erdogan eşkere dibe bê çendên li hemberî Amerîka û welatên rojavayî bihêrs e.

Diyare ku sedema wê jî ew ku ev derdor di mijara çareserkirina aloziya Îsraîl û Hamasê de wê weke muxateb nabînin.

Back to top button