Şerê Îsraîl û Hamasê: Êrişên li dijî Xezayê dijwar dibin

Şerê Îsraîl û Hamasê di roja xwe a 19’an de ye.
Û rojane ji ber êrişên li dijî Xezayê hejmara Filîstîniyên têne kuştin zêde dibe.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi mijara şer ji bo cara 3’an kom bû.
Li aliyê din Amerîka eşkere kir ku ji roja destpêkirina şer 20 leşkerên wan li Iraq û Sûrî ji ber êrişan birîndar bûne.

Di roja 18’an a şerê Îsaîl û Hamasê de, êrişên li dijî bajarê Xezayê dijwar dibin.

Ev yek di wextekî wiha de pêk tên ku li qada navneteweyî gotûbêjin li ser rawestandina şer têne kirin.

Hukûmeta Hamas a li Xezayê ragihand ku şevê din ji ber êrişên artêşa Îsraîlê, herî kêm 80 kesên din hatin kuştin.

Wezaretê Tendirûstiyê ya girêdayî Hamasê jî îdîa kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 704 kes ji ber êrişên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.

Eger îdîa rast be, ev dibe hejmara kuştiyên rojekê ya herî bilind.

Dîsa li gorî daneyên Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê, di nava 18 rojên derbasbûyî de hejmara kuştiyan gihişte 6 hezar 546 kesî

Hejmara kuştiyên herêma Rojavayê Filîstînê gihişt 103’an

Rojên dawî ji bilî Xezayê, Herêma Rojava jî dibe armanca êrişan.

Doh artêşa Îsraîlê bi balafiran li devera Cenîn da.

Li gorî rayedarên herêmî, di êrişan de 7 Filîsîtînî jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî awayî ji detspêka şer ve hejmara kuştiyên li Herêma Rojava gihişte 103’an.

Guterres: Tişta ku Îsraîl dike binpêkirina mafê mirovan e

Di nava vê rewşa aloz de doh ji bo cara 3’an Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijajara Xezayê kom bû.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di civînê de Îsraîl bi wê yekê tawanbar kir ku li Xezayê mafê mirovan binpê dike.

Ev helwesta Guterres rê li ber nerazîbûna tûnd a Îsraîlê vekir.

Wezîrê Karê Derve ê Îsraîlê Eli Cohen (Elî Kohên) bi gotina rêzdar sekreter hun lu ku dijîn, nerazîbûn nîşanî helwesta Antonî Guterres da:

Gelo we jibîr kir bê Hamas çi bi serê zarokên Îsraîlî anî?

Îsraîl: Êrişa 7 Cotmehê bi fermana Îranê pêk hat

Li aliyê din Îsraîl a ku ji roja pêşî ve îdîa îşaret bi rola Îranê ya êrişa 7’ê Cotmehê dikir, li ser mijarê daxuyaniyek nû da.

Berdevkê artêşê Daniel Hagari (Danîel Hegarî) îdîa kir ku êriş bi fermana Îranê pêk hatiye û got:

Îran agahiyên îstîxbaratî ji bo Hemasê pêşkêş kirin.

Amerîka: Ji dema şer ve 20 leşkerên me li Iraq û Sûrî birîndar bûn

Di vê navberê de Amerîka li wê yekê mukir hatin ku ji roja destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê, baregehên wan ên li Sûrî û Iraqê bûne armanca êrişan.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê eşkere kir ku ji ber êrişan li herdû welatan 20 leşkerên wan birîndar bûne.

Pentagon îşaret bi wê yekê kir ku êriş ji aliyê çekdarên girêdayî Îranê ve hatine kirin.

Wezareta Tendirûstiyê ya Xezayê: Hejmara kuştiyan gihişt 5791 kesî

Back to top button