Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan li Ezazê çalakiyek pêk anîn, di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di derbarê çalakiyên xwe yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
18’ê Tebaxê hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir yê herêma Ezazê hedef girtin.
Di encamê de çeteyek hate kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên rizgariyê liv û tevgera komek çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Kefer Xaşir şopandin û çalakiyek li dijî wê komê pêk anîn.
Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û hejmareke ne diyar birîndar bûn.